Axaftina Cejna Newrozê, Romer, 20.03.2021

Hevalên hêja,

gellek spas ku ez îro li vir bikarim biaxivim. Gellek spas ji bo kesên ev Mîtinga hêja amadekirin re. Ji ber vê derfetê spasdar im, bi heskirin şanaz im ku mafê axaftinê verdigirim. Spasdar im ji ber ku dîroka cejna Newroza Kurdî dîroka li hember desthilatan e. Ji ber vê ne bixwebixweyî ye ku nûnereka Bajêr li vir amade bibe. Ev nîşaneke ku hûn dixazin piran ava bikin. Ev nîşana Kurdên li derve a ji bo jiyaneka hevpar li Bajêr e. 

Ez keyfxweş im ku ji ber mercên Coronayê astengî hebin jî mafên bingehîn weke mafê çalekiyê tê paraztin. Ez dizanim, gellek vêna rexne bikin- beşek bi sedemên baş û mirov ku têdigije. Li belê dema pêkan be, bikaranîna mafên bingehîn gereke neyê astengkirin û dema pêwist be, belê divê were bicîanîn. Mafê bingehîn ne armance ke şexsî ye. Ew mafên mirovan yên bingehîn in û li hember Komarê têne bikaranîn. Li dijî zordariyê.

Tenê yek hesinkarek dikare dinyayekê biguherîne.

Ev tecrûbeya ji destana Cejna Newrozê ye. Û ev destan dide fêrkirin ku dema em hevdû bigirin, wê demê zalim nikarin zorê li me bikin. Ne tu zordar dikarin, ne Vîrûs û ne jî nijadperest nikarên zorê li me bikin.

Niha şerê li dijî nejiadperestiyê erka me ya sedsala 21 ye. Piralî xwurtbûna me ye. Hûn hemû ji me re hêz in. Lê samimiyet û piralî me dike birinbar. Ev, êrîşa matmayî a li dijî neh mirovên gênc li bajarê cîran Hanau biêş têne ber çavan. 

Em gereke îmtîyaz û struktûrên desthilatên civaka sipî aşkare bikin û jinav bibin. Hemû raman û kiryarên te weke mirovekî te pênase dike- ne ciyê tu jê têyî, ne zayîna te, ne ola te. Û ji ber vê qet tu ne baştir û xirabtir î ji yên dên. Nijadperestî, nefret û tundwarî gereke tu carî neyê tolerekirin.

Hevalên hêja!

Cejna Newrozê nîşana aşîtî, azadî û demoqrasiyê ye. Lê ne cejneke weke yên din e. Ne roja vegera aşîtiyê, ne keyfxweşiya malbatê ya eyan e. Na, bi sedan Kurd hatin qetilkirin ji ber ku dixwestin Newrozê pîroz bikin. Ji ber vê ev roj ji we re her tim rojeka siyasîye jî. Em hemû yên ku azadî û aşîtiyê diparêzin, rêzê jê we re digirin.

Mixabin rojhelata navîn hînê qada şer e û gellek nakokiyan li hene.

Ji bo min ev diyar e: Wextê em civaka me ya wekirî, azad- lîberal li Frankfurtê û Ewropa cidî bigirin, ji vê baştir nîne ku em rêzê û piştgiriya cîhaneka baştirîn bikin. Piştgirî ji bo tekoşîna Kurdan a pirralî, demoqrasî, okologî û cinsan.

Ev piştgirî nexasim niha ji bo HDP jî ku li Tirkiyeyê dîsa dibin zextên giran de ye. Em bi HDPê re di piştgiriyê de ne. Em demoqrasî û mafê mirovan diparêzin.  Û em ji Tirkiyeyê dixwaz dikin ku demoqrasiyê û mafê mirovan qebûl bike û bihêle mirov li herêmên Kurdan bi azadî û di ajîtiyê de bijîn.

Wek berpirsiyariya yekbûna Bajarê Frankfurtê erka min jiyaneka hevpar a baş li bajarê me ye.

Tu bajarê din li Almanya weke vî bajarê pirralî û internasiyonal ne bi bandor e. Civaka Kurd beşek e bi bandor  a ji wê civakê ye. Di serkeftina tevayî herêmê de, di warê siyasî, çandî, civakî û aborî de xwedî roleka bingehîn e.

Dema ez li vir li ser navê xwe û li ser navê rêveberiya Bajarê Frankfurt diaxivim û dibêjim: Em Frankfurtî bi hevre bi yek helwestê ne. Li aliyê bindestan e. Li aliyê hemû kesên li dijî şer, di bin zorê de mayî û yên ku rasta cûdatiyê tên re ne. Piştgiriya me ji bo hemû mirovên ku ji bo azadî û adaletê têdikoşin re ye.

Kesek ji me nikare bêje em azad in heta grubên din di bin zextê de bin û werin eçiqandin. Şerê me, şerekî hevpar e li dijî hemû cûreyê bindestiyê ye.

Bi vê mebestê em hemû yek in û bi vî awayî ji were û ji malbatên were Cejna Newrozê pîroz dikim. 

Gellek spas.